MÊRDÎN, LÎSANSA BILIND A KURDÎ DÊ BIDE

13:21 - 12 Îlon 2012
Ajkansa Kurdpa: Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di bin bana Enstîtuya Zimanên Zindî de di nava “Şaxa Zanîsta Bingehîn ya Ziman û Çanda Kurdî de bernama “Lîsansa Bilind ya Zimanê Kurdî” hate vekirin.

Roja duşemê ji bo girtina xwendekaran ezmûna bernamê hate kirin. Ji bo ezmûnê serlêdaneke gelekî zêde çêbû.

Li gor malpera TRTXEBER’ê Ev ezmûn li Tirkîye cara 3’yan tê kirin. Lê tê dîtin ku her sal hejmara kesên ku serî lêdidin zêdetir dibin. Ji bo 20 qontenjanan ji 300’î zêdetir namzetan di vê ezmûnê de xwîdan.

Ezmûna ku di runiştinekê de hate kirin, şiya pergala Lijneya Perwerdehîya Bilind hate hazirkirin. Serokê Enstîtuya Kurdî Prof. Dr. destnîşan kir ku, “Ji bo qontenjana 20 kesî 341 kesî serî li daye. Her roja ku diçe eleqeya li ser perwerdehîya Kurdî zêdetir dibe. Serlêdana 341 kesî jî nîşaneya vê yekê ye.”