Merasîmek bi minasibeta roja cîhanî a giyanberên hov li Ciwanroyê

20:33 - 4 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Rêûresmek bi boneya roja cîhanî a giyanberên hov û parastina jiyan wan li Ciwanroya ser bi Kirmaşna rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh sêşemî 5’ê gulana 2015’an, di merasîmeke taybet li bilindiyên çiyayê “Noêl ”li rojhilatê Kurdistanê, roja Cîhanî a Jiyana Ajalên Hov bilin hat nirxandin.

Di destpêka rêûresmê de serpereştê rêveberiya Ekolojî û Xwezaya Ciwanro tevî rêzgirtin ji çalakiyên ekolojîk (Jîngehparêzî) ên wê deverê, ji nêçîrvanan xwest bo xweşikmayîna xweza û suriştê dev ji nêçîrê berdin.

Di beşek din li merasîmê de midûrê giştî yê Berevanîkirin ji Ekolojî û Xwezayê li Kirmaşanê ragihand: Xwezaya “Oremanat” li çav ekolojî û xweşikbûna suriştê de cihekî bê mînak e û xwedî petansiyeleke bilind e ku divê em ji parastina wê de têbikoşin; Ew wek erkekî li ser milê me hemûyan e.

Wî berpirsê hikûmî eva jî anî ziman:“Divê em çanda ekolojî bihêz bikin, dewreyên perwerdeyî ên taybet ser vê pirsê daybinên û hingavên bi lez bo parastina suriştê hilgirin.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa li Ciwanroyê, di berdewamiya rêûresmê de zarokên Baxçeyê Sawayan ên Ciwanroyê bi xwendina sirûdekî derbareya xwezayê de, bala herkesî kişand in.
Merasîm bi azadkirna hejmarek kevok û teyrekî bi rengê zêrîn ji aliyê zarokên Kirmaşanê ve bidawî bû.

\"25138.jpg\"

\"25137.jpg\"

\"25135.jpg\"

\"25136.jpg\"

\"25143.jpg\"

\"25142.jpg\"

\"25141.jpg\"

\"25140.jpg\"