Meqezera zer a Kurdistanê bin tahlûkeya birandinê de

16:27 - 1 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwana rojhilatê Kurdsitanê, bi armanca bal kişandin li ser ji holê rabûna meqezera zer li Kurdistanê, dest bi çêkirina maketa wê ajala xweşik kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, meqezera Kurdistanê bi rengê belek ê reş û zer, di lîsteya “ÎUCN”de wek caniwereke di bin xetera birandinê de hatiye bi nav kirin.

Kumîteya Huner a Encûmena Kesk a Çiya li Merîwanê, bi çêkirina wêne û maketa wê meqezerê di mekanekî bazerganî li bajarê navborî, bala giştî a hemwelatiyan ber bi wê pirsa girîng ve kişandiye.
\"25774.jpg\"
Meqezera Kurdistanî tenê di rêzeçiyayên Zagrosê peyda dibe
Dirêjahiya maketa meqezerê ku bi armanca balkişandin bi ser jiyana rastîn a meqezeran û parastina wan hatiye çêkirin, 150cm e ku bi 70 cm ber di çarcoveyeke şûşeyî bi bilindahiya 80 cm de, bi cih bûye.

Çarhawirê şûşeyê bi logo û nivîsên taybet ên Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê hatiye neqişandin ku bala herkesî bi maketa wê ajalê ve dikişîn e.

Maketa meqezerê ji aliyê Îsmaîl Emînî ve hatiye çêkirin û Hêmin Şîrînî jî bi wî re alîkar bûye, herwiha Rêzan Xudayar û Goran Qurbanî jî di çêkirina cam û şûşeya wê maketê de, bi Encûmena Kesk re hevkarî kirin e.
Hişksalî, qirêj û mifah wergirtina cotkaran ji ava çem û rûbaran, herwiha rêvekirna pîsiyan ber bi xwezayê, jiyana meqezeran bi xetereyan re rûbirû hiştiye.

Meqezera Kurdistanî, di deverên çiyayî ên Kosalan û Şaho bi berfirehiya 57 hezar hektarî; di bajarên Serwabad, Merîwan û Kamyaranê (van dawiyan) hatine dîtin, lê mixabin bi çêkirina baraj (bendav)an, ew caniwer bi tunebûnê re nêzîk bûne.