Menuçêhr Pirdil Bi danîna Barimteyê hat azad kirin

13:58 - 19 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Menuçêhr Pirdil xelkê bajarê Mihabadê bi danîna Barimteyê bi avayek demkî li zîndanê hat azad kirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem berwar 17’ê Adarê Menuçêhr Pirdil yek ji endamên navenda nivîskarên Îranê li Mihabadê bi danîna Barimteya 60 miliyon timenî li zîndanê hat azad kirin.

Menuçêhr Pirdil Nivîskar û wergêrê xelkê bajarê Mihabadê, roja Çarşemiyê li dirêjiya şopa girtin û binçav kirina Rojnamevan û çalakên Çandî, li cihê karê xwe li bajarê Mihabadê hatibû girtin û jibo cihek nediyar hatibû veguhastin.

\"11607.jpg\"
Çavkaniyek haydar li bajarê Mihabadê bi ajansa kurdpa ragehand, Menuçêhr Pirdil roja Yekşemiyê piştî 11’e rojan girtinê li Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê bo zîndana bajêr hatibû veguhastin.

Kemal Husênî rojnamevan û alîkarê ajansa Mukiryan di hevpêvînek telefonî de jibilî piştrast kirina nûçeyê bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Heya niha sûçê ew nivîskarê Kurd nehatiye ragehendin.

Her di vê pêywendiyê de roja Yekşemiya bihurî Elî Mehmûdî nivîskar û endamê navenda Wêjeyî a bajarê Merîwanê, Mihemed Xerîb Almane bi danina barimteya 100 û 150 miliyon timenî mirexesî bi wan hat dayin.