Melevanekî nûciwan yê Kurd bû qaremanê cîhanê

20:21 - 7 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Nûciwanekî Kurd li bajarê Sehneya rojhilatê Kurdistanê, di pêşbirka cîhanî ya avjeniyê li Dobeya Emaratê de, serkevt û medaliyayên zêr û zîv bi dest xist.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, werzişkarekî Kurd ê bi navê Arman Seyîdî, li Sehneya Kirmaşan li rojhilatê Kurdistanê, di kêbirk (misabiqe) a navdewletî ya melevaniya Dobey de pileya yekem bidets xist û medalyaya zêr qezenc kir.

Navborî di beşa 100 metreya bi şêweya Beqî li girûpa temen 14 salî de, pileya yekem bidest xist. Melewaniya Beqî kevintirîn cureya avjeniyê tê hejmartin.

\"25847.jpg\"
Arman Seyîdî bi kêmtirîn pêdiviyên sporî pileya yekem a melevaniyê qezenc kir
Wî xwendevanê werizşker heriwiha karî di beşa 200 metreya Beqî de jî pileya duyem bidest bixe û medalyaya ziv qazanc bike.

Di pêşbirka navdewletî a melewaniya Dobêy de 32 tîm beşdar bûn.

Arman Seyîdî -Nûciwanê Kirmaşanî di demekê de medaliyayên zêr û zîv qezenc kirin e ku bi gotina serpereştê îdareya Perwerde û Hînkirnê a bajarê Sehneyê, Arman ji hemû pêdiviyên werzişî bê beş bû.Lê îradeyeke poladîn hebû ku ew gihîştande wê astê û kire qareman.