Mele Qadir Qadirî , bêrêzî bo Şêrko Bêkes kir

23:16 - 7 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa :Îmam cumê Pawê û nûnerê welîyê feqîh li vî şarî de bi yekik ji helbeswanên bi şan yê Kurdistan ku çend roj pêş wefat kiribû, bêrêzî kir.

Gorekî raporta nûçe gihaniya Kurdpa, 3 şev pêş niha dema gotina terawîh li mizgevta Qeba şarê Pawê, kesatiyên çandî û hogirê ziman û edebiyata Kurdî dema dixwestin li bara kesayetî û berhemên huneriya “ Şêrko Bêkes” dipeyivîn, tûşî dijatiya dujwara Mele Qadir Qadirî bûn.

Pêşnivêjê mizgevta Qeba li bara Şêrko Bêkes de gotiye ku ev Mirovik bê dîn bûye û li şevên ibadet û monacat de çi kesî mafê peyivîn li bara vî( ŞÊRKO BÊKES) çinine.

Serekaniyik agadar xêncî hindê ko ev raşort pişt rast kir, bi raportêrê Kurdpa ragihand: xulyaqeta li mizgevtê de daxwaza rêresmik bi bîr anînê bo Şêrko Bêkes hebûn ku tûşî dijalîtiya dujwar û bêrêzaneya Mele Qadir bûn.

Berpisê nûnratiya weliyê feqîh li şaristana Pawê li bara wefata Şêrko Bêkes de gotibû: miriye , bi derek, bêdînik din ji civaka Kurdistan kêm bû.

Serekaniya pêşde disa got: bşrêziya pêşnivêjê yê mizgevta Qeba, tev bersiva pêwîta nivêjker û hogirên çand û edebiyata Kurdistan rûberû bûn.

\"14420.jpg\"
Şêrko Bêkes ji dayîk bûyê sala 1940 li Silêmaniya Kurdistanê bû û babê vî, Fayiq Bêkes jî helbestwan bû.

Her wisa binkeyên asayişa Pawê tev birêweçona rêresma bîr anîna Şêrko Bêkes li roja 14ê Mordadê dijatî kirin.

Gotina peyvên wa sivik yên imam cumê Pawê û bêrêzî kirina wîbi yekik ji mezintirîn helbeswanên serdema Kurdistan li reşik deye ku çend roj pêş niha pitira zora ragihandinên nivîskî û televizyonî li Îranê de bas ji dengwedana wefata Şêrko Bêkes û aliyên jiyana vî kiribûn û xêncî hevpeyvînên tev niviskar û kesatiyên çandî li Îran, Şêrko weke mirovik bi şan û rêz li Îran, nawçê û heya dinya binav kiribûn.

Li Îranê de jî helbestwan û wergêrên mina Seyîd Elî Salihî, Feryad Şîrî, Merîwan Helebçeyî, Ezîz Nasirî, Riza Kerîm Mocawir, Mihemed Reûf Moradî, berhemên Şêrko Bêkes bi Farsî wergêrandine.

Şêrko Bêkes ji dayîk bûyê sala 1940 li Silêmaniya Kurdistanê bû û babê vî, Fayiq Bêkes jî helbestwan bû.

Li sala 1968an de yekimîn komele helbestên vî helbestwanî bi navê” Mehtab” weşîn.

Şêrko Bêkes li roja 13ê Mordad a îsal li sedema nexweşiyê li temenê 73 saliyê de wefat kir.

Evî(Mele Qadir) pêştir ji bêrêzî bi xebatkarên çandî û hogirên ziman û edebiyata Kurdî kiribû û xwaziyar bû ji wan mirovan lêpirsînê bikin.