Mela Qadir: Me tu qazancek ji Melik Silêman nedîtiye
21:03 - 7 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Pêşnimêjê roja Înê yê Bajarê Pawe, paşayê Si’ûdiyê bi jinavbirina yekdengî a cîhana Îslamê tometbar dike.
Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin, Mela Qadir di gotûbêjekê de gotiye ku lidarvekirina Baqir nemir karesat e.
Navbirî di dirêjeyiha axavtinên xwe de got ku xwedî biriyarbûna Esrebistanê û Komara Îslamî li cîhana Îslamê de nîşan dide û got: Melik Silêman li Erebistanê de, keseke aqil û mêrê sedsala 21’ê nîne.
Roja Înê a derbazbûyî, 1’ê Çileya Paşîna 2016’an, dewleta Erebistanê ragehandibû ku 47 kes yek ji wan “Nemir Baqir Nemir” bi tometa çalakiyên terorîstî bi darve kir.
Nûnerê Welî Feqîh li Pawe li hember şewtandina Balyozxaneya Erebistanê li Tehranê helwêst nîşan da, û ji malpera Kurdpirês re ragehandiye: Ku Komara Îslamî a Îranê, di dema hatî ser kar, hikûmeteke lujîk û alîgirê gotûbêjê bûye.
Derbarê vê lêkdana Qadirî, kesayetiyeke bajarê Pawê di pêwendiyeke telefonî digel Ajansa Kurdpa nûçegihanê me ragehand: Ew di demekê de, di gotûbêja digel Kurdpirêsê de bas ji Îdamakirina Şêx Nemir dike, ku navbirî di dema kuştina mamosta Mihemed Rebî’î li Sermaweza 1375’an de, tu helwêstek û nerazîbûnek nîşan neda, û bi awayekî piştevanî ji bikujan kir.
Çavkaniya nûçeya Kurdpayê bi merca belavnekirina nasnameya wî, ragehand ku mixabin di demên derbazbûyî de, di serubenda hilbijartina meclisa xibirgan de, yek ji wan berbijêran Mela Qair bû ku hatibû qebûlkirin ji aliyê navendên desthilatbidest ve, û ew amade ye ku ji bo berjewendiya xwe her qiseyekê bike, û di vê navberê de jî dîroka Kurdistanê û belgeyên nivîskaran şahidê sereke ne.
Her di salên derbazbûyî de jî, pêşnimêjê Înê yê Pawe bêhûrmetî û sivakatî bi komek ji çalakvanên ferhengî, û edebî yên wî bajarî û herwiha Şêrko bêkes kiribû.