Mekteba Qurana Kurdistanê Kuştina Welatiyên Şirnaxê Mehkûm Dike
12:17 - 2 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Meketba Qurana Kurdistanê di daxûyaniyekê de êrîşa balafirên şerker yên Arteşa Tirkiyê bo ser kasibkarên Kurd ên bê berevan yên devera Şirnaxê mehkûm kir.
Malpera Mekteba Qurana Kurdistanê di daxûyanê de dinivîsîne: \"Eva yekemîn car nîne ku Tirkiye û hevpeymanên wê êrîş dikin ser Kurdan û her roj deverên ser sînor yên Herêma Kurdistanê topbaran dikin. \"
Di doma daxûyaniyê de hatiye: \"Mekteba Qurana Kurdistanê serbarê mehkûmkirina kiryara han, vê karê weke binpêkirina mafê mirovan û yasayên esmanî dizane û herwiha daxwaz ji hemû xelkê Kurdistan û navendên mirovhez dike ku li hember kiryarên han de meşên nerazîbûnê lidar bixin.\"
Her di vê pêwendiyê de Eniya Yekgirtî ya Kurd di nameyekê de bo Serokkomar û Wezîrê Tirkiyê, kiryara Arteşê mehkûm kiriye û bi tundî êrîş kiriye ser wan.