Mekarim Şîrazî: Xwarina destê Yarisanan heram e

21:56 - 2 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Ayetulla Nasir Mekarim Şîrazî, di malpera nûçegihaniya taybet bi ofîsa xwe de, fetwayek da û ragehand ku, gerek xelk xwarina destê peyrewên olê “Yarisan” nexon.

Ayetulla Nasir Mekarim Şîrazî ku yek ji merce’ên teqlîdî ên hukûmeta Komara Îslamî ye, ev fetwa di bersiva pirsekê derheq bi pêşkêşkirina xwarinên xêrê (Nezrî) ji aliyê payrewên olê Yarsan (Ehlê Heq) da.

Ew merce’ê teqlîdê Komara Îslamî zêde dike ku, “Çaxê ku peyrewên ola Yarisan, hewcehiyên olê Îslamê qebûl nekin, êdî em nikarin ku xwarina destên wan bixon.

Olê Yarisan oleke ku peyrewên wvê Kurd in û Kurd liser vê baweriyê ye ku olê Yarisan dola olê Mîtrayîsm û zerdeştê ye.

Eva di demekî de ye ku bi dêrêjahiya temenê hatineserkara Komara Îslamî ya Îranê, mafên mirovî û mafên hemwelatî yê peyrewên olê Yarisan ji aliyê deshilata Îslamî li Îranê, tê binpêkirin û, Kurdên Yarisan bi awayekî berdewam dibin armanca sivikatî û bêhurmetî û eziyeta dam û dezgeh û nawendên ewlekariyê, di Îranê de.