Mehrîcaneke nîgarî ji Hunermendekî kêmendam ê Seqizî +Wêne

13:53 - 6 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hunermendekî kêmendam ê bajarê Seqiz, li rojhelatê Kurdistanê, bi boneya roja cîhanî a kêmendaman, mehrîcaneke nîgaran lidar xist ye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ehmed SeboKirew, bi boneya roja cîhanî a kêmedaman (3’ Çileya Pêşîn) mehrîcaneke nîgarî di wî bajarî de lidar xist ye ku têde çendîn tabloên xwe ên nîgaran dide nîşan dan.

Rehman Hekîmî berpirsê mûdîriyeta xwedî derketin ji kêmendaman (Bêhzîstî), di rêûresma birêveçûna wê mehrîcanê de ragihand: Ehmed Sebokirew ku hunermendekî kêmendam e, kariye wî karê binirx û girîng di roja cîhanî a kêmendaman de encam bide.

Festîvala han ku 25 dîmenên afirandî, ji wî hunermendê kêmendam ê Kurd tîne ber çavê xelkê, bo heyamê 5 rojan (ji destrêka roja cîhanî a kêmendaman de) yê di holeya çandî a bajarê Seqizê de, li dar be.

Berya niha bi çand rojan, di roja cîhanî a kêmendaman de, rêûresmek li Siqizê bi rêve çû ku berpirsê mûdiriyeta xwedî derketin ji kêmendaman ragihand: Li bajarê Siqzê 3 hezar û 786 kêmendam hatine naskirin lê ji wan tenê 800 kes di bin sîwana xizmetguzariya wê Îdareyê de ne.

Di wê rêûresmê de, ku hejmarek ji kêmendaman hatin xelat kirin, berpirsê mudîriyeta xwedî derketin ji kêmendaman, amaje bi vê yekê jî kir: Li sedî yek û nîv ji akinciyên bajarê Seqizê kêmendam in ku pêwîst e pirsgirêkên avahî û pîşeyî ên wan bên çareser kirin.

Wêne: Mihemed Bajîn
\"23455.jpg\"

\"23458.jpg\"

\"23456.jpg\"

\"23459.jpg\"

\"23460.jpg\"