Mehrîcana asareke kevnar a Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê

20:39 - 4 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Yekek ji girîngtirîn asarê kevnar ê pêştir hatî peydakirin, bo nîşandana giştî ê ji Tehrê bo Urmiyê bê veguhastin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, di Newroza sala 1394’an a Roji (adara 2015’an a Zayînî), kûpa zêrîn a Hesenlû ku 57sal beriya niha di deşta “Sindûs”a Nexedeyê de hatbû peydakirin,li parêzgeha Urmiyê ê bê nîşam dan.

Nûçeya mehrîcana wê asara girîng a kevnar, ji aliyê midûrê giştî ê mîrata çandî, pîşeyên destçêker û sîyahet (geşt û guzar) a parêzgeha Urmiyê ve hat ragihand lê bajar û mekanê bi rê ve çûna wê rêûresmê diyar nekir.

Celîl Cebarî bi nûçegihaniya Mêhre re got: Kûpa zêrîn a Hesenlû, sembola şehristanî û tarîxa kevnar a wî diyarî ye.

\"23440.jpg\"
.
Kûpa Zêrîn a Hesenlû li sala 1958’ di erdkolaneke hevpar navbera Îran û Amerîkayê, li girê kevnar(bastanî) ê Hesenlû ê Nexedeyê, ji aliyê arkeolojîk (bastannas) ê Amerîkî, Rabêrt Daysom, hat peyda kirin.

Cara yekemîn e ku biryar hatiye dayîn, da ku mehrîcana wê asara kevnar li parêzgeha Urmiye de bi rêve here.

Bi rêve çûna semînara wê asara dîrokî di demekê de ye ku meha duyemîn a payîza evsal, girê kevnar ê“Qalabaşî”(gopika kelê),ji aliyê hindik kesan ve bi dizîkave hatibû kolan ku çend karbidestên hikûmetê ji alîkariya agahiyian bi wan re kiribûn.

Kûp zêrîn, bi bilindiya 21 santîmetreyan, ferehiya 25 santînetre û giraniya 950 gireman, di nav xirabeyên avayîyeke şewitî, di rex hestiyên destsê kesekî de peyda bibû. Di sala dawîn a sedeya 9’an berya zayînê de, amanek ji destan de direve, (bi texmîna 2800 sal berya nıha), piştî vê bûyerê ji aliy arkeolojiyekî Amerîki (Rabêrt Dayson) ve tê keşf kirin.

Rexma peydakirina zêdey 7 hezar cûneyên cûrbicûr ên dîrokî li girê Hesenlû, hîna ew asara bi nirx a Kurdistanê, bi sedema midûriyeta bêkêr û watedar a karbidestên hikûmeta Îranê, heya niha jî navê wê di lîsteya kevnarxaneya asarên cîhanî ê YNCKO ê de nehtiye bi cî kirin.

\"23439.jpg\"
Ew kûpa zêrîn, diroka wê wedigere doreya “Manayî”(3200‘ sal berya niha) ku roleke girîng di dewrana Mad de lîstiye.

Li ser wê asara kevnar, nexş û nîgarên balkêş hene ku kesekî kevnarnas (arkeolojîk) weha pesna wê dide; di rêza serve Îzdî baskdar,siwar çerxa cîhanê ku gayekê nêr wî dikişîne, ber bi kahinekî ve diçe ku camek di destan de ye û di heman demê de, ji devê ga robarek rêz dibe û bi îhtimaleke zor sembola jiyanê ye. Di rêza 2’emîn (jêrîn) de bin çerxa jiyan (çerxa felek)ê de pehlewanek ligel giyandareke (nîv însan û nîv Îjdeha) şer dike. Wêneyên, Îzidiyên bi şax, siwarên erabeyan, kahînên ku beranan bo qurban kirinê dibin, pehlewanên ku gurz û kiwan di destê wan de ne, mirowekî ku şêr ram dike û dayik û bavekî ku ligel zarokên xwe dilîzin, li ser wê kûpa zêrîn hatine kişandin.