Mehkûm kirina welatiyek Riwanserî bi zîndan û dana pere

21:45 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Riwanserê ji aliyê Çiqa 1ê ya dadgeha Şoreş ya bajarê Riwanserê bi zîndan û dana cirîmê hate mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegîgahniya Kurdpa,welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Riwanserê yê binavê ‘Neman Menûçêhrî’ bi tawana endametî di partiyek Kurdistanî de ji aliyê çiqa 1’an ya dadgeha Şoreş ya wî bajarî bi 5 mehan zîndanê » dana 3’ê milyon tûmen pere hate mehkûm kirin.
Neman Menûçêhrî li destpêka meha Adara îsal tevî Îdrîs Ehmedî û Adil Muradî ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê li bajarê Riwanserê hate girtin û piştrebi danina barimteya 50’e miyon tûmenî bo heyemek demkî hate azad kirin.

Her wisa çend rojan beriya niha Adil Muradî yê temen 28 salî ji aliyê çiqa 1’an ya dadgeha wî bajarî bi 5 salan girtinê hatibû mekûm kirin.

Ji aliyek din li dema girtina Îdrîs heya niha êi nûçeyek li ser cihê ragirtana wî » rewşa saxlemiya wî liberdest de nine.