Mehabad/ Welatiyekî 80 salî hat binçav kirin

20:08 - 16 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Kesayetiyekî siyasî yê Kurd bi navê Omer Qazî ji aliyê hêzên leşkerî û ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li Mehabada rojhilatê Kurdstanê hat binşav kirn û ew bo cihekî nediyar veguhest in.


Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro duşemî 16’ê Adara 2015’an, Omer Qazî kesayetiyê siyasî yê Kurd li Mehabadê, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat binçav kirin.

Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ragihand: Hêzên ser bi hikûmeta Îranê, mezela şexsî ya wî welatiyê 80 salî ji dest bi ser de girtin e.

Wê çavkaniyê eva jî anî ziman: Hêzên hikûmeta Îranê bi sedema alîkarî nekirina Omer Qazî bi hêzên ewlekarî ên wê hkûmetê re, ew binçav kirin e.

Di çend mehên dawîn de, navendeke ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê (Saziya Alîkarên Hejaran)”binyad mustezefan” bi destûra dezgeha qezayî a Mehabadê, ji Omer Qazî xwestibûn mezela xwe wala bihêle û teslîmî navenda navborî bike.

\"25433.jpg\"
Omer Qazî pêştir endamê partiyeke opozisyona kûmeta Îranê bû ku 6 salan li serdema Şoreşa gelên Îranê li zindana Urmiyê hatibû heps kirin
Serpereştê Saziya Alîkar a Hejaran bi rêya kesekî bi navê Îbrahîmî ji Omer Qazî xwestibûn ku reşwetê bide da mala te ji te neyê standin.

Omer Qazî bi nepejirandina vê xwesteka Hikûmetê hat binçav kirin û bi wî hat gotin ku bi neçarî divê mezela xwe wale bihêle û teslîmî hikûmeta Îranê bike.

Qazî ku pêştir endamê partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê bû, piştî şoreşa Xumênî bo 6 salan hatibû girtin û piştî hatî azad kirin bo welatê Swedê penaber bibû, lê piştî mirina hevsera xwe hatibû Mehabadê û li wir jiyan dikir.

Navborî piştî vergerîn bi Mehabadê ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûemta Îranê ve soz bi wî hat dayîn di egera alîkarî kirin bi wan re û radestkirna xanûmanên xwe bi hikûmetê, ew dê karê wan bi wî nebe û dê bikaribe li Îranê jiyan bike.Lê Qmerê 80 salî ew xwesteka hikûmeta Îranê nepejirand û di encamê de hat binçav kirin