Mehabad/ Hêzên ewlekarî nehîştin girtiyê nexweş bê tedawî kirin+Belgename

13:58 - 13 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, rê nedan daku nexweşekî Kurd li derveyî nexweşxaneyê bê tedawî kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rexma destûrên bijîşkî derbareya tedawî kirina çalakvanê siyasî ê Kurd bi navê Yhya Serxanî kurê Osman li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îaranê dîsan bê derman kirin ew şandin girtîgehê.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa, Çavê çep ê wî girtiyê siyasî tûşî nexeşiyê bûye û di egera nehîştin a tedawî kirinê de mimkin e ji dîtinê bêpar bimîne.

\"24169.jpg\"
Yehya Serxanî zindaniyê Siyasî ê Kurd li hepsa navendî a Mehabadê
Peyamnêrê Kurdpa li Mehabdê di dirêjeya axaftina xwe de ragihand: Yhya Serxanî doh 12’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, bo zindanê hat şandin.

Navborî tîrmeha sala 2012’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibû binçav kirin û bi danîna barimte (wesîqe) yê azad bibû.

Piştre dozgeriya bajarê Mehabdê Yehya bi taometa alîkarî kirin bi partiyeke opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê, 7 sal ceza lê hat birîn û bi dûre ji aliyê dezgeha Dad a Pêdeçûnê (tecdîd nezer) li Urmiyê hukmê wî bo 3 sal û 6 mehan hat kêm kirin.

Yehya Serxanî dawiya meha yekem a Payîza 2012’an, bo derbaz kirina hukmê jê re hatî pejirandin, ew bo zindana Mehabdê şandin û niha jî li wê girtîgehê dimîne.

\"24168.jpg\"