Mehabad/ 3 sal ceza bo çalakvanekî sivîl

12:20 - 27 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îslamiya Îranê ve, 3 sal cezayê hepsê bo çalakvanekî medenî ê Kurd li Mehabada Rojhelatê Kurdstanê hat birîn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Xebat Mengûrî, çalakvanê medenî ê Kurd ku beriya niha bi mehekî ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibû binçav kirina û çarenivîsa wî ne zelal bû, bi 3 sal cezayê hepsê hat mehkûm kirin.

Navborî bê parêzer, li dozgeriya “Înqilab” a Mehabadê hat mehkûm kirin ku heya niha jî hukmê wî bi awayekî fermî bi wî re nehatiye ragihandin.

Xebat 30 sal temenê wî ye û bi tometa pişikdarî kirin li xwenîşandana beriya niha bi mehekî seba bertek dana bajarê Mehabadê nisbet bi Navenda Deng û Rengê wî baja hatibû girtin.
Heya niha sedemên binçavkirin û tometa wî çalakvanê kurd nehatiye eşkere kirin lê tê gotin ku ew bi tometa “têkdana ewlekarî a neteweyî” hatibe mehkûm kirin.

Pêştir jî Xebat Mengûrî bi tawana beşdarî kirin di xwenîşandanên destak kirina berxwdana Kobanê de, bo heyamê 24 demjmêr, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê we hatibû binçavkirin.

Piştî pirsnameya Navenda Deng û Rengê Mehabadê derbareya rêjeya hezkirina sitran bêjên Kurd û Faris (cem welatiyên Mehabadê), çalakvanên sivîl û hunermendên Kurdistanê ew kiryar, bêhurmetî û sivik kirina hunermendên Kurd destnîşan kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Pirsname derbareya dengbêjê nevdar û berê yê Kurd, Hesen Zîrek û dengbêjên “Pop” ên Faris , Muhsin Yêgane û Murteza Paşayî de birê ve çû bû.