Mehabad hat mîlîtarîze kirin

20:33 - 24 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên sivîl û jîngehparêz ên Kurd li Mehabada Rojhelatê kurdistanê, bi sedema pirsnameyeke navenda Deng û Reng (seda û sîma) a mihabê derbareya Hesen Zîrek de, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatin binçav kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, Xebat Mengurî bi temen 30 salî kurê Sulêman û Kamyar Nazimî, ji çalkvanên sivîl û jîngeh parêz ên Mehabadê ne ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatin girtin û piştre bi navendeke ewlekarî a Urmiyê ve hatin veguhastin.

Tometa wan du çalakvanên sivîl, hewil dan qaşoyî tenahî neteweyî, hat ragihandin.

Hindik jêderên hundirê Îranê derheq vê pirsê agahî dan ajansa Kurdpa û gotin: Zêdeyî 100 kes ji ciwanên bajarê Mehabadê sewqî navendên ewlekarî û leşkerî ên hikûmeta Îranê hatine kirin.

\"23285.jpg\"
Xebat Mengurî çalakvanê medenî û berpirsê Encûmena Jîngehparêz a Mehabadê

Gorî haman çavkaniyên nûçeyan, heya niha jî Bajarê Mehabadê bi hêzeke zor a leşkerî ve hatiye dorpêçkirin û her cire hatina û çûyîna welatiyan tê kontirol kirin.

Bi gotina xizm û kesûkarên Mengurî, hêzên ewlekarî, Fecbook a wî çalakvanê Kurd wekirî hêlane û ji riya vê tora civakî ve, bi xelk re elaqedar dibin.

Çavkaniyeke nûçeyan ji Mehabadê bi ajansa Kurdpa re axifî: Di heyamê ku biryar hatibû dayîn bi armanca bêrêzîkirin bi Hesen Zîrek hunermendê navdar ê Kurd xwenîşandanek bê li dar xistin,navendên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, hejmarek ji hemwelatiyên Mehabadê li ciyê xwenîşan danê binçav kirin.

Çavkanyia han eşkere kir bi sedema mîlîtarîze kirina bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên leşkerî û ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve xwenîşandan hember navenda Deng û Reng a Mehabadê (bi sedema bêrêzî kirin bi Hesen Zîrek),birêve neçû.

Piştî pirsnameyeke navenda Deng û Rengê Mihabadê ku hesen Zîrek ligel du sitranbêj ê Faris ketibû ber rapirsî ê, çalakvanên sivîl û hunermendên Kurdistanê, nerazîbûna xwe der birîn û ev kiriyara han bê rêziyeke aşkere bi Hesen Zîrek wesifandin.

Pêştir jî Xebat Mengurî bi sedema destekdan bi kobanê, di navendên ewlekarî ên hikûmeta Îranê de, hatibû binçavkirin û pirs ji wî hatibûn kirin.