Me êdî edet bi binpêkirina yasayê ji aliyê Îtila’atê ve kiriye

22:04 - 23 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Mehmûd Salihî çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Seqizê, nameyeke vekirî bo Wezareta Îtila’tê li parêzgeha Sinê nivîsand.

Li gora nûçegihaniyan Mehmûd Salihî di beşeke nameya xwe de nivîsandiye ku, Hêzên “Libas Şexsî” bê vê ku zenga derî lêbidin, dikevin nav malê û xwe weke hêzên Ewlehiyê dinasînin, ev riftarên han ji aliyê min ve giring nine, ji ber ku me êdî edet bi binpêkirina yasayê ji aliyê wezareta Îtla’tê ve kiriye û heke rojekî, em kiryarên han nebînin, em hizir dikin ku wezareta îtla’tê di parêzgeha Kurdistanê ketiye roja bêhnvedanê û wê rojê wezareta Îtilaat tev nagere.

Ev çalakê kedkarî bi gitî di nameya xwe de kar û riftarên wezareta Îtilaatê rexne dike û dibêje ku tenanet wezareta navbirî dest dixe nava jiyana malbatî û takekesiya xelkê de.

Navbirî nameya xwe ya servekirî bo bîrûraya giştî û agehdarbûn ji kiryar û riftarên hêzên ser bi wezareta îtla’tê di parêzgeha Kurdistanê de, hatiye nivîsandin.