Masûd Barzanî Li derbarê xwe berbjêr kirina xwe de mesajek girîng da

16:34 - 5 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje: \"Ez dixwazim ji welatiyên xweşewîst re aşkira bikim ku min ne daxwaziya hemwarkirina yasaya serokatiyê kiriye û ne jî min daxwaziya dirêjkirina dema serokayetiyê kiriye, ne jî min xwestiye ez rê xweş bikim ku ez careka din xwe ji bo vê postê hilbijêrim.\"

Serokê Herêmê berdewam kiriye û gotiye: Ji roja ku ez ji bo vê postê hatime hilbijartin, min gotiye ku ez ne Serok im belku ez pêşmerge me û ez her pêşmerge dimînim. Ji bo min tu pile û post û navek ji vê erkê pîroztir û mezintir nîne.

Serok Barzanî dibêje: \"Her demî berjewendiya gel û xizmet û xebat ji bo kerameta welatiyan li ba min giringtir bûye ku ez li çi postê de bim.\"

Niha piştî qurbanîdanekî zêdeyê gelê me, kiyanek li vê Herêmê da cîgîr bûye, rasttir ewe hemû aliyek bi dilsoziyê ve vê kiyanê biparêzin û berev pêşve bibîn, neku ewê li gengeşeyan de reş û spî bê têkilhev kirin û bi wê lojîkê kar bikîn ku ji bo şikandina desthilatek, welatek têk bişkînîn.

Her libarê hilbijartina Serokayetiyê de jî Serokê Herêma Kurdistanê gotiye: \"Giring nîne kî posta serokayetiyê werdigre û ev poste bo kesekî diyarkirî nîne , tişta liba min giring eweye mafê rasterast ya diyarkirina Serokê Herêmê ye, ku eve mafekî xwazayî ya xelke, jê neyê standin.\"

Li dawiyê de dixwazim bi cemawerê me yê xweşdivî rabigihînim ku, proseya demokrasiyê li Kurdistanê da berev paşve venagerê û her hewlek ji bo zeftkirina mafê xelk li diyarkirina çarenûsa wan, berevajiya teyarê siruştî pêşveçûna civaka me ye û ser nagirê.