Mandela wek kevokek aştiyê hat bi bîranîn

13:23 - 7 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Postera hunermendê nîgarkêş ê Kurd li Sine a rojhelatê Kurdistanê di nav 30 berhemên bijarde ên mehrîcana Navneteweyî a bîranîna Nelson Mandela de cih girt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mala hunermendên Îranê, rêûresmek bi boneya yekemîn salvegera koça dawîn kirina Nelson Mandela li dar xist ku 422 berhemên nîgarî ên girafîst hatin nîşan dan.

Di mehrîcana borî de (5’ê Çileya Pêşîn a 2014’an), nûnerê saziya Neteweyên Yekbûyî Girî Loîs li Îranê, Hemd Simayî ser konsolê balyozxaneya Afrîqaya başûr, hindik mêwanên balyozxaneyên Franse û Lîbirya beşdarî kiribûn.

\"23479.jpg\"
\"Nelson Mandela wek kevoke aştiyê, navê festîvalê bû ku li holeya ostad Celîl Şehbazî de qaşoyî Apartaydê birêve çû û hunermend hatin xelat kirin.

Li wan 342 kesên beşdar, Seyîd Mêhran Zarêi yekek ji 30 girafîstan bû ku di nava 22 welatan de hat hilbijardin û berhema wî hat nîşan dan.

Êmran Ebdûllahî, Bêhnam Reîsiyan,Rêhane Elalî, Fenaz Demnabî û Îlahe Ebiyat ku li welatê Îranê pişkadarî kiribûn, berhemên wan wek baştirîn berhem hatin hilbijartin û di festîvala bîranîna Mandêla de hatin xelat kirin.

\"23480.jpg\"
Seyîd Mehdî Zarêi derênerê şêwaza hunerî a Rûhnîgarî
Mandela sala 1918’an, di gundê “Mûzû” ê ser bi bajarê Omtatat li welatê Afrîqaya Başûr ji dayîk bû, sala 1962’an bi sedema xebat û serhildan qaşoyî ferqû ciyawaziya sîstema Afrîqaya başûr, kete girtîgehê û heya sala 1990, bo heymê 27 salan di zîndanê de ma.

Mandela di darizandina xwe de amaje bi wê yekê kiribû ku Demokrasî, jiyan di civakek serbest de û beraberî, mafên hemû mirovan e. Wî ew yek bo azadiyê dikir jî û her wisa digot:“wê rêçê heya eger bimirim jî ez ê bişopîn im.”

Nelson Mandela bervar 6’ê Çileya Pêşîn a 2013’an, di temenê 95 salî de,bi serbilindî serî danî ser axê û xatir ji her tiştî xwest.
\"23477.jpg\"

\"23478.jpg\"

\"23476.jpg\"