Man girtina girtiyên siyasî bi nîşandeka protesto kirina serdana Katrin Eşton bi Îranê

12:43 - 10 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji girtiyên Polîtîkî li girtîgeha Recayî Şehra Kerec de, bi hegera xemsariya Rojava li hember karnama mafê Mirova hukûmeta islamiya Îranê man girtina xwe ragihandin.

Gorekî reporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; îro Yekşem, 18ê Reşemê( 9 March 2014), 12 girtiyên siyasî li nawa girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê bi midê 3 rojan, man ji xwarinê digirin.

Serekaniyik agadar li nawa girtîgeha Recayî Şehra Kerec, hegera vê protesto û man girtina girtiyên siyasî, bi vê formê bo ajansa Kurdpa bas kir: girtiyên siyasî li Îran, bi taybet yên li girtîgeha Recayî Şehra Kerec, ser sefera berpirsa polîtêka derê ya EU( yêkitiya Urûpa), bi Tehranê, nigeran û pê nexwşin.

\"18667.jpg\"
Serekaniyê ew jî got: serdana Katrin Eşton bi Îranê nişandeka xemsarî û çi pêşênebûna Rojava, hember karnama reşa Mafê Mirov li hukûmeta ilamiya Îranê deye.

Ew 12 sxebatkarê siyasî ku li benda 4a salona 12a Recayî Şehra Kerec dene, radigînin: EU, gorekî pirensîbên mirovî û mafê mirov û bi piştgirî eşkere û veşartî ji komara islamî, 2 alî riftar dike.

Katrin Eşton ku hevdem nûnerê 6 welatên zor hêzê cîhanê bo diyaloga programa etomiya îranê ji ye, roja Şemî, 17ê Reşemê( 8 March 2014), tev heyetik siyasi-aborî û bi bank kirina wezîrê derê yê Îranê, serdana vî welatî kir.

Navê wan 12 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Recayî Şehra Kerc ku li roja Yekşem, 18ê Reşemê( 9 March 2014) man girtina xwe ragihandibûn ewin: Bêhnam Ibrahîm Zadê, Mohemmed Benna Zadê ê Emîr Xîzî, Hemîd Riza Burhanî, Mohemmed Gewahî, Efşîn Hêyretiyan, Xalid Herdanî, Şahrux Zemanî, Salih Kuhendil, Areş Mohemmedî, Elî Mûsewî, Mohemmed Elî Mensûrî û Nasih Yûsifî.