Mamostayekî Seqizî hat darizandin

15:35 - 25 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Îdareyeke ser bi hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê (îdareya Emakin) li seqiz a rojhilatê Kurdistanê, mamostayek li wî bajarî, bangî îdareya navborî kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa: Çalakvanekî medenî ku mamostayê dibistaneke Seqiz a rojhilatê kurdistanê ye, ji aliyê Îdareyeke ser bi hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve, bo Dozgeriyê hat birê kirin.

Mamostayê kurd ku doh bo îdareyeke ser bi hikûmeta Îranê ve hat bang kirin, bi tometa “Şewq kirina raya giştî” hatiye mehkûm kirin.

Bi gotina hevkarekî Ebdî; Wî Tu tomet liser xwe nadan îsbat kirin, jiber vê bi danîna barmteya 200 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hat azad kirin.

\"24367.jpg\"
Sulêman Ebdî mamostayê Kurd û endamê kampaniya destek kirina koçberên Şengahê
Gorî raporta gihîştî ber dest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, mamostayê kurd ê navborî bi mayîna ser kar a bi 10 salan (bo rêveberê îdareya Perwerde û hînkirina bajarê Seqizê), bi tundî bertek nîşan da û dijayetiya xwe bi vê yekê re eşkere kir.

Hefteya borî zêdeyî nivê mamosta û xwendevanên bajarê Seqiz a rojhilatê kurdistanê, bi nîşaneya nerazîbûn bi rewşa nabaş a perwerde û hînkirinê, ketibûn grivê û dev ji kar berdabûn.

Bajarên Sine, Merîwan, Kirmaşan û Bane jî destek dabûn vê girevê û neçûbûn ser polên ders gotinê.