Mamostayekî Olî yê Kurd ji aliyê Spaha Pasdaran ve hate desteserkirin

19:25 - 9 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Mamostayî Ola Sunî yê Kurd, yê xelkê devera “Soma û Biradost” a girêdayî a bajarê Urmiyê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hate desteserkirin, û bo cihekî nadiyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 17`ê Rêbendanê (6`ê Sobatê), mamostayî Ola Sunî meseb yê Kurd yê bi navê “mamoste Îsa Azerî” pêşnimêjê gundê “Kurane” ya girîdayî devera “Soma û Biradost” a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê Spaha Pasdaran ve, hate desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev mamosteyî Ola Sunî yê Kurd, di dema desteserkirinê de, rastî lêdana hêzên Spaha Pasdaran hat.

Herwisa vê çavkaniyî daye xuyakirin ku, bi sedema rexnekirina wî mamosteyî Olî, derheq bi pirsên Olî û dîrokî yên Ola Sunî meseb de, ji aliyê Hikûmeta Îranê, hate desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Heya belavbûna wê nûçeyê, derheq qedera wî mamosteyî Kurd yê Ola Sonî meseb de, tu zanyariyek berdest nînin, û hewlên malbata navbirî bo wergirtina zanyariyan derheq ji qeder û cihê wî de, bê encam mane.