Mamostayekî olî ê Kurd bi dana wesîqeyê hate berdan

19:53 - 25 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Mamostayekî Kurd xelkê Pîranşarê ku heyama 5 mehan di girtîgeheke bajarê Pîranşarê de hatibû destbiserkirin, û çarenûsa wî nediyar bû, bi danîna barimteyê (wesîqeyê) hate azadkirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye ajansa Kurdpayê, roja Pêncşemi 2`ê Sermawezê mamosta Mihemed Umerî xelkê Pîranşarê bi danîna wesîqeyê heya dema dadgehîkirinê, bi awayekî demkî hate berdan.

Mamosta Mihemed Umerî 5 mehan berî niha ji aliyê hêzên ewlekariyê ên vî bajarî ve bi sedemên nediyar hate destbiserkirin, ku heyama 5 mehan di girtîgeha bajarê Pîranşarê de bû.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Kurdpa ragehand: Mamosta Mihemed Umerî ji endamên De`iwet û Îslah a bajarê Pîranşarê û zawayê mamosta Ebdulkerîm Azerîn e.

Hêzên Îtila`atî meha Pûşpera îsal, bi bê tu sedemkê, êrîş kirin ser mala Mamosta Mihemed û navbirî destbiser kirin.