Mamostayekî Olî di Urmiyê de hate binçavkirin

12:46 - 28 Tebax 2020

Roja Çarşemî, 18ê Tebaxê, mamostayê Kurd yê Sunnî mezheb, Mamosta “Hesen Cengxa”, xelkê devera “Mirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî wî mamostayê 21 salî, bi sedema rexnegirtin ji berpirsên hikûmetê binçav kirine. Wî çalakê Olî, di torên civakî de, çalakiya banghêjiyê dikir.

Tevî lipeyketina malbata wî welatiyê Kurd, bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina wî, hêzên ewlehiyê ji dana her core bersivekî rohn, xwe diparêzin.

Mamosta “Hesen Cengxa” di heyamê binçavkirina xwe de, ji dîtina malbat û parêzer bêpar kirine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ji heger û tohmeta li sersepandî li dijî wî mamostayê Olî yê Urmiyê, ti zaniyariyek ji  ber dest nîne.

Ew mamostayê Kurd, di sala 1398an de, derheq çalakiyên banghêjiyê, bo navendên ewlehî di bajarê Urmiyê de, hatibû banghêjkirin.