Mamostayekî Kurd li zanîngeha Mihabadê li ser kar hate derxistin

16:13 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Bi sedema pişikdarî di gireva 22’ê Pûşpera îsal de, mamostayekî zanîngeha Mihabadê li ser kar hate derxistin.

Nawenda Mafê Mirov a Kurdistanê ragehand ku, mamostayekî zanîngeha bajarê Mihabadê bi navê “Sabir Ebdullahîzad” Kurê Obeyd, xelkê bajarokê Dizê ya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li ser kar hate derxistin.

Hatiye ragehandin ku Sabir Ebdullahîza, roja 22’ê Pûşperê di bersiva bangewaza PDKÎ de, daket nava gireva giştî ya Kurdistanê de, û ji çûna ser kailasên zanîngehê, xwe parsatiye.

Piştî bidawîhatina girevê navbirî ji aliyê rayedarên zanîngehê ve hatiye gazîkirin û jê re hatiye ragehandin ku, “Hûn bi sedema “Têkdana ewlehiya zanîngehê û herweha têkdana bîrûraya giştî” ji niha pêve nikarin di zanîngeha bajarê Mihabadê de weke mamoset bimînin û hatine derxistin.

Hatiye ragehandin ku, Sabir Ebdullahîzad ji sala 1394’an şûnde, weke mamoste li zanîngeha bajarê Mihabadê waneyên Mafên Navnetewî, Mafên Taybetî û Mafên Bazirganiyê gotine, û hevdem xwendekarê doktoraya Mafên Navnetewî li zanîngeha bajarê Hemedanê ye.