Mamostayekî Kurd li bajarê Seqizê hate destbiser kirin

20:40 - 9 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Mamostayekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate destbiser kirin û ev bo cihekî nediyar veguhaztin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Yekşemî rêkefta 15`ê Rezberê demjmêr 23:00, hêzên îtila`atê yên girêdayî îdareya îtila`ata bajarê Seqizê, êrîşî ser mala mamostayê Kurd yê bi navê “Mihemdsalih Şukirî” kirin, û navbirî destbiser kirin.

Li gorî gotina yek ji xizmên wî hevwelatiyê Kurd, hêzên îtila`atê bi bê dana belgeya qezayî, mala wî hevwelatiyê Kurd lêgerîn kirin.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de ev yeka jî zêde kiriye ku: “Mihemedsalih Şukirî” ev heyama 24 salan bû ku di xwendingehên bajarê Seqizê de, mejûlê ders gotinê bû, û navbirî piştî destbiser kirin, û ev bo cihekî nediyar veguhazitine.

Heya bevabûna vê nûçeyê, derheq sedema destbiserkirin û cihê ragirtina wî mamostayê Kurd tu zanyariyek ber dest tune ye.

Ev hevwelatiyê Kurd berê jî di sala 1388`an de, “bi tawan alîgirîkirina yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû destibser kirin.