Mamostayekî Kurd bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hate veguhastin

21:04 - 18 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Mamostayê Kurd yê xelkê bajarê Dîwandere piştî desteserkirinê, ev bo îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Sine hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Omîd Şamihemedî” çalakvanê sênfî yê mamostayan û mamostayê jîngehnasiyê li bajarê Dîwandere, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê, rojek piştî desteserkirinê, ev bo îdareya îtilata`ata Spaha pasdaran a bajarê Sine hate veguhastin.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, piştî bi doreçûna malbata “Şamihemedî” bo agehdarbûna derheq çarenivîsa navbirî de, hêzên îtila`atê ji malbata wî re ragehandibûn ku, roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê , ev bo girtîgeha Şaramfer a Spaha pasdaranê veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye ku, “malbata Şamihemedî derheq tometa ku ji vî dane, agehdar nin, û heya niha jî çarenivîsa vî mamostayî Kurd zelal nine”.

Roja Duşemî 21`ê Xezelwerê, Mamostayê Kurd yê bi navê, “Omîd Şamihemedî” xelkê bajarê Dîwandere ji aliyê hêzên kinc şexsî yên girêdayî îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

“Omîd Şamihemedî” xwediyê Pirtûkxweneyê di zanîngeha bajarê Dîwandere de ye.