Mamostayek Olî yê Kurd jibo Dadgeha Melayan ya Tevrêzê hat gazî kirin

13:36 - 9 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Mamostayek Olî yê xelkê bajarê Serdeştê, bo carek din jibo dadgeha “Melayan”a bajarê Tevrêzê hat gazî kirin.

Li gor nûçeya ajansa kurdpa: , Mela Selam Gulnewaz pêşnivêjê mizgevta taxa “Şive Birahîm”a bajarê Serdeştê , hatiye haydar kirin ku roja 15’ê Nîsanê xwe bi dadgeha taybetî amelayan li bajarê Tevrêzê bide nasîn.

\"11909.jpg\"
Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand, Dadgeha Melayan a Tevrêzê bi vî mamostayê Kurd ragehandine ku mafê hebûna parêzer niye û dive xwe berevaniyê ji xwe bike.

Dadgeha bajarê Tevrêzê tawana navbirî endametî di “Mekteba Quran û berevanî ji Ehemed Muftîzade “ragehandiye.

Mamosta Selam Gulnevaz berêjî, ji aliyê Dadgeha taybet a Melayên bajarê Urmiyê û piştre jialiyê dadgeha melayan a bajarê Tevrêzê hatibû gazî kirin.