Mamostayek bi sedema lixwekirina kirasê Tîşêrt hate cezadan

19:07 - 8 Gulan 2021

Karnasê Berevirdkirina Karê îdareya “Pewerde û Hînkarî” yê bajare Selmasê, bi sedema lixwkirina kirasê "Tîşêrt" ji aliyê mamostayekî ve hate cezadan.

Ew Mamostaye ku heyamê 27 salan e mamostayê xwendingehê li bajarê Selmasê ye, bi sedema lixwekirina kirasê “Tîşêrt” di dema gotina waneyan de li "bernameya Şad" de ku bi awayê “Online” tê birêvebirin hatiye ceza kirin.

Wî Karnasê Berevirdkirina Karê îdareya Pewerde û Hînkarî li bajarê Selmasê, lixwekirina kirasek wiha bi bervajiyê pîşeya mamostatiyê hesibandiye.