Mamostayan jî nerazîbûna xwe ji Dewleta Rûhanî dan xuya kirin+Belgename

20:58 - 13 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema ferq û ciyawaziyên navbera wezîfedarên hikûmetê li Îranê û rewşa ne dadperwerane li wî welatî, kampaniya wajoyan ji aliyê mamostayan ve hat lidarxistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, pirsgirêkên debara jiyanê û nebûne pêşerojeke ronî bo zarokan, 6 hezar mamosta neçar kirin bi tomar kirina îmzeyan xwestekên xwe radestî serokê parlamentoya hikûmeta Îslamiya Îranê bikin.

Di pişkek li komkirina Îmzeyan de hatiye: Mamostayan pêşerojeke nezelal hiviya wan e, jiber vê yekê ji dewlet û parlementoyê çaverêya piratîkî dikin.

Peyamnêrê parlamentoya hikûmeta Îslamiya Îranê ji zarê hindik mamostayan ve got: Hînker û mamosta ji diruşmên wesifandin û pesin kirinê westiyan e û reftara siyasî a karbidestan hember pirsgirêkên jiyanê napejirînin.

Di dawiya wê wajo (îmze) ya 15 metreyî de tevî tekez kirin liser mafên rewa ên mamostayan, amaje bi vê yekê hatiye kirin: Em avakerên wê kampanyaya îmzeyan bi teqez, ji karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê nemaze parlemento û dewleta Rûhanî dixwazin bi dor ji sozên ser kaxizan, xwestekên me di emel û pitîkê de cîbicî bikin.

Nerazî bûna mamstayan û rewşa xirab a aboriya wan di demekê de ye ku Dewleta Rûhanî bi navê Dewleta Hêvî û Çareserî (umîd û tedbîr) Hatibû binav kirin û beriya hilbijartinan bi hezaran soz bi welatiyan dabû lê tu car diwarê emel û piratîkê de ew soz nehatin cî bi cî kirin.

\"24175.jpg\"

\"24176.jpg\"