Mamosta û nûnerê gundê “Bêwrana Xwerê” ji bo Îdareya Îtila`atê hatine gazîkirin

20:34 - 30 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Nûner û mamostayê gundê Bêwran a Xwarê a girêdayî bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îtila`ata wî bajarî ve, ji bo navendên ewlekarî yên wî bajarî hatine gazîkirin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di çend rojên derbazbûyî de, hêzên Îtila`ata bajarê Serdeştê 3 hemwelatiyên xelkê gundên Bêwrana xwarê ji bo Îdareya Îtila`atê gazî kirine.

Nûçegîhanê “Kurdpa”yê, di bajajrê Serdeştê de di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Nûnerê Bêwrana Xwerê yê bi navê “Xalid Hesenzade”, mamostayê olî yê wî gundî yê bi navê “Edbulselam Mehmudiyan” û “Hecî Simaîl”, kesayetiyên hezkirî yên wî gundî ji bo Îdareya Îtila`ata wî bajarî gazî kirine.

Wê çavkaniya haydar sebeba gazîkirina wan 3 kesan wiha ji Ajansa “Kurdpa”yê rê zelal kiriye, hemwelatiyên gundên Bêwrana Xwerê bi perê xwe, mizgevtek ava kirine, û navê wê jî danîne “mizgevta Aştî”.

Lê belê hêzên îtila`atê tabloya wê mizgevtê avêtine û ji xelkê wî gundî re gotine ku hûn dibe navê “Mihemed Resûlilah” li ser danên.

Li gor gotina wê çavkaniyê, xelkê gundê Bêwrana Xwarê ev kiryara hêzên Îdareya Îtila`atê, wekî bêrêzîkirin ji xelkê wî gundî re dizanin, û bidûreçûna vê kiryarê kirine, û gotine ku dibe navê mizgevtê Aştî be, û tabloya hikûmetê jî avêtine.

Rapora ku ji Ajansa “Kurdpa”yê re hatiye şandin, bas ji vê yekê dike ku, hêzên Îtila`atê piştî dîtina vê bûyerê, nûner û mamosta û heciyê wî gundî ji bo navenda hikûmetî gazî kirine, heyanî niha ev mizgevte tu navek li ser nine û Îdareya Îtila`atê jî îznê nade, ku navê Aştî li ser mizgevta gundê Bêwrana Xwarê danên.

Hêjayî basê ye ku, mizgevta gundê Bêwrana Xwarê bi sebeba Kevinbûnê akinciyên wî gundî bi perê xwe mizgevta xwe nû kirine, û hikûmetê tu alîkariyeke aborî ji bo avakirina wê mizgevtê ji xelkê wî gundî re nedaye.