Malpera Netewe hat hek kirin

13:45 - 16 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Malpera Netewe www.netewe.com ji aliyê hin hekêran hat hekirin.

Hekêrên Malpera Netewe ku xwe bi “MİLLİKUVVETLER.NET” dayne nasandin,li ser malperê hin bêrêzî kirine û wêneyekî Mistefa Kemal Ataturk û Vidoyek nejad perestane li ser malperê danine.

Cihê gotinêye ku malpera netewe yek ji malperên bihêz ên Kurdî bû ku rolek bingehîn di nûçegihanî û bilav kirina zaniyariyên Neteweyî de hebû û ji aliyê Çeto Omerî û Evîn Berçem dihat birêve birin.