Malbata Ramîn Husênpenahî hevdîtin digel kurê xwe kirin

15:07 - 2 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Malbata “Husênpenahî” piştî 130 rojan binçavkirin, û zelalnebûna çaranivîsa Ramîn Husênpenahî, li ser îzna Wezareta Îtila`atê, di cihekî nediyar de, bi kurê xwe re hevdîtin pêk anîn.

Li gora nûçeya gihîştî bi “Ajansa Kurdpa”yê, roja Sêşemî 9`ê Xezelwerê, piştî bidûreçûna berdewam a malbata “Husênpenahî” bo haydarbûn ji çarenivîsa kurê xwe, Îtila`atê îzna hevdîtina digel Ramîn Husênpenahî ji wan re da.

Di vê hevdîtinê de, dayîk û xûşka Ramîn û herwiha yek ji çalakvanê sivîl yê bajarê Sine jî beşdar bû.

Dayîka Ramîn Husênpenahî ragehadinye ku: Tendirustiya kurê wê baş e, lê belê li jêr gefên îdamkirinê de ye.

Ramîn Husênpenahî, roja Înê 2`ê Pûşperê di şer û pevçûna digel hêzên Spaha Pasdaran di bajarê Sine de, bi awayekî dijwar birîndar dibe û ji aliyê hêzên Sapaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin, û Îdareya Îtila`atê ew pêş ji tewawbûna dema dermankirinê, ji bo girtîgeha Spahê veguhastibûn.

Her di vê pêwendiyê de, taya 1 ya Dadgeha Înqilab a bajarê Sine, bi serokatiya Dozger Se`îdî, “Zubêyr Husênpenahî” û “Ehmed Husênpenahî”, her yek bi 6 û 5 sal cezayê girtîgehê û herwiha “Efşîn Husênpenahî” jî bi 8 sal û 6meh cezaya girtîgehê mehkûm kirine.

Dadgeha bajarê Sine, ev 3 hemwelatiyên Kurd, piştî binçavkirina Ramîn Husênpenahî, bi tometa alîkarîkirin digel yek ji partiyên siyasî yên Kurd ên dijî Hikûmeta Îranê, binçav kirine.