Malbata Kurdpûran daxwaza eşkere bûna dosyeya kurên xwe dikin

13:10 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Malbata Mesûd û Xosru Kurdpaûr daxwaza lêkolîn û dudaçûna micid ya dosyeya kurên xwe dikin.

Yek li endamên malbata Kurdpûran ragihand, li vê demê ku birayên me hatine girtin,nûnerên Kurd li mecilisa Îranê tu hewlek jibo lêkolîn û eşkere bûna dosyeya wan encam nedane.

Navbirî da xuyakirin,nûnerên kurd, birayên me bi başî nas dikin û haydarî çalakî û xebatên wan bûn û her wisa dizanin ku ew bê sûç û tenê xizmet bi welatiyên belengaz û bê xwedî kirine ku mînaka vê alikariya însandostane dikarin îşarê bi alîkarî û piştîwaniya girtiyên bê parêzer biken.

Navbirî basê vê yekê kir ku hêzên dewleta Îranê tawanên bê binema û na eqlane bo wan çêkirine û niha bi wan sûçan dê bihên dadgehî kirin.

Her wisa navbirî basê vê yekê jî kir,nûnerên Kurd heya niha li derheq girtina birayên me de bêdengî kirine,her seva vê yekê em daxwazê li nûnerê Tehranê li mecilisa Îranê dikin ku her wek berê ku jibo azad kirinê rojnamevanên bend kirî xiste xebat kir,bi wî awayî bo azadiya birayên me jî xebatê bike.

Li dawiyê de wî endamê malbata Kurdpûran got: Mesûd ku mamostayekî dilsoz yê xwendingehên Tehranê bû û pitir li 20 salan xizmet bi zarokên wî welatî kiriye, pêdiviye kuwegere ser karê xwe û Xosru jî dibe ku bi rêya rojnamevaniyê xizmetê bi gelê xwe bike.

Tê gotin ku Xosru û Mesûd Kurdpûr bi tawana pir û pagende li dijî dewletê hatine girtin.