MALBATA GIRTIYEK KURD, DAXUYANIYEK BELAV KIR

15:22 - 22 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Malbata Enwer Husên Penahî seva nerohnî a wî, daxuyaniyek belav kirin.

Nusxeyek jij Kurdpayê re hatiye ku ewa ye:

Bi wî awayî em ji Civak û Saziyên Mafxwaz û çalakên Mafên Mirovan û Civakî haydar dikin ku di roja 21’ê Îlonê ve heya niha hatiye gazîkirin û jib o şûnek ne eşkere hatiye veguhaztin. Em li wêçendê nerazîbûna xwe derdibirin û ji we dixwazin ji bo ku rewşa Enwer rohn bibe û neyê Îşkencekirin, givaşan jib o ser Hukûmeta Îranê zêde bikin.

Bi Sipas ji ve
Malbata Enwer Husên Penahî
Berîtir jî, malbata Hêsên Penahî, seva nerohniya rewşa wî, nameyek dabûne Ehmed Şehîd.

Enwer Husên Penahî bi tawana alîkariya Partiyek Kurde dijberê Komara Islamî, bi 16 Salan Girtîgehê hatiye mehkûmkirin.