Malbata çalakvanekî siyasî li Kurdistanê ket bin zext û givaşan

15:00 - 29 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa kurdpa: Hêzên îdareya Ewlekarî (Îtilaat) a ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê li Baneya rojhilatê Kurdistanê, bava çalakvanekî siyasî bangî wê navendê kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kalemêrê 61 salî ê binavê Omer Îsafî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Baneyê ve hat ban kirin û zext û givaş xistin ser malbata wî.

Navborî roja duşemî (26/1/2015) hatibû sewq kirin.

\"24446.jpg\"
Kawe Îsafî çalakvanê siyasî û endamê partiyeke Kurd a opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê
Kawe Îsafî Kurê Omer ku bi tometa dijberî ligel sîstema Şorişa Îranê (zid înqilab) hatibû mehkûm kirin, beriya niha bi 5 salan welatê navborî bicî hişt.

Hêjayî gotinê ye, hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê, bavê nav borî ku mamostayekî teqawîd (malnişîn) kiriî ye, xistine bin zextan û gef jê xwarine ku divê kurê xwe ber bi Îranê ve bizivirîne.

Herwiha raoportên gihîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa ev yek jî piştrast kirin ku karbidestên hikûmeta Îranê kalemêrê navborî bi qutkirina miaşê teqawîd kirî jî gef jê kirine.

kaweyê 31 salî niha li welatê Tirkiyê dimîne û rewşa wî xirb hatiye ragihandin.