Malbata çalakeke siyasî yê kurd di ava Yûnanê de binav bûn

20:43 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Çar kesên ji endamê malbateke kurd yê xelkê Merîwanê di dema ku diçûne bo welatê Ewropayê di derya “Êje”yê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Ajansa Kurdpa,polîsên Yûnanê termê 15 penaberên ji Rojhelata Nawerast li peravên wan welatan derxistine derve, ku endamê malbateke kurdistanî yê Îranê di nav wan kesên binavbûyîde ye.

Mlbata Heybet Feyizî, şeva Şemiyê ango Çarşemiya vê heftiyê di 22 \\23 Çileya Pêşîn a 2015’an di dema ku ber bi welatê Yûnanê ve diçûn,keştiya wan li nêzî peravên Yûnanê diqulibe, û navbirî digel hevjîna xwe û du zarokan jiyana xwe ji dest didin.

\"29229.jpg\"
Yek ji wan zarokên vê penaberê xelkê bajarê Merîwanê di kurdistna Îranê de,kêmtirî 4 mehî bûye.

Çavkaniyek haydar ji nûçegihaniya Kurdpayê re got:Heybet Feyzî endamê yek ji partiyên kurd yê Rojhilata Kurdistanê bû, ku berî vê ku biçe Tirkiyê,akinciyê bajarê Silêmaniyê li herêma kurdistna Îraqê bûye.
Niha jî termê malbata Feyzî digel kesên ku di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane, di deryaya “Êje”yê de, di Yûnanê de ye.

Neteweyên Yekgirtî berê jî ragehandibûn ku rojane1000 penaber xwe digihînine derdora welatê Yûnanê.

Di 6 mehên derbazbûyî de pêleke penaberan rû li welatên Ewropî kirine, ku piraniya wan ji Sûryê, Efxanistanê, Sûdan, Îran û Îraqê diçine derve.