Malabata Kurdekî girevgirtî di welatê sêyem de hatine wergirtin

16:32 - 17 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Du welatên endam di YE de bi wergirtina malbateke penaber ku di Tirkiyê de dest bi girevê kiribûn, ew malbat kêfxweş kirin.

Li gora nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Kurdpa: piştî rûmalkirina nûçeya girevgirtina çalakekî siyasî ê Kurd li Ajansa Kurdpa de, niha ew penaber radigehîne ku her yek ji welatên Swîs û Fenland penaberiya wî û malbata wî pejirandine.

Elî Seyidî bi Kurdpayê ragehand: “Ku rewşa jiyana min û malbata min nebaş e, û serbarê kirêya mal, berpirsyarên ewlehiyê çendîn bajar, wekî Wan, Dinîzlî, û …hwd bi min guherîne, lewra min atqeta malî tuneye”.

Navbirî ku xelkê Urmiyê ye, çendîn salî endamê çalak ê yek ji partiyên opozisyona Îranê bûye, û zêdetir ji 5 salan jî li bajarên Herêma Kurdistanê de akincî bûye.

Tirkiye yekem rawestgeha penaberên Kurd, Fars, Efxan û Pakistanî bo Ewropayê ye, û li gora amarên ne fermî zêdetir ji 10 hezar penaber tê de dijîn ku 500 kes ji wan penaberên siyasî ne.

Bi hezaran penaber li Tirkiyê deserbarê standina penaberiyê ji nûneratiya komîsaryaya bilind ya penaberên NY li ber gellek sedemên ne zelal pêşiya çûna wan bo welatê sêyem tê girtin.