Mala Pîrê Şalyar li nav rîzbenda şûnwarên dîrokî ên Îrsnê de hate bi cihkirin

15:26 - 20 Nîsan 2012
Kurdpa: Mala Pîr Şalyar hikewtî li beşa Hewramana Text ser bi bajarê Sewlawa li parêzgeha Kurdistanî li rîzbenda şûnwarên millî ên Îranê de hate tomarkirin.

Berpirsyarê îdareya giştî a mîratên ferhengî, pîşeya destî û geştyariya Kurdistanê bi ajansa nûçeyan ragehand ku mala Pîrê Şalyar li beşa Hewramanê ser bi Sewlawa bi hejmara 29577 li refa şûnwarên netewî ên Îranê de hate tomar kirin.

Hêjayî basê ye ku her sal li nîva duyemîn a mehên Rêbendan û Banemer de Cêjna Pîr ku yek ji cejnên ayînî ên kevnar li herêma Hewraman de ye, bi coşek mezin ve ji aliyê peyrewên bîr û hizra Şalyar ve birêve diçe.