Mala Bavê Rojnamenivîsek Kurd ji aliyê Dadgeha Şoriş a bajarê Merîwanê hat zewt kirin

13:58 - 1 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî 6 salan, dadgeha Şoriş a bajarê Merîwanê hukmê zewt kirina cihê akincîbûna malbata rojnamenivîsek Kurd da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dadgeha Şoriş a bajarê Merîwanê bi dadweriya kesek binavê “Sultan Bexş”mala babê Şoriş Golkar rojnamenivîsê Kurd yê xelkê bajarê Sinê ku seva azadiya vî bi barimte hatibû danin der kirin.

Li gor çavkaniyek haydar, barimeteya 40 milyon timenî ku li hember serbset berdana Şoriş golkar hatibû wergirtin, ji aliyê hêzên ewlekarî û di bin zext û giwaşan de bûye.

\"12377.jpg\"
Şoriş golkar piştî azad bûnê seva zext û giwaşên hêzên ewlekarî û piştî hûkmê dawî yê dadgeha bajarê Merîwanê li Îranê hate der.
Berê jî Şoriş Golkar di dosyeyk din de bi suçek dinê di sala 2006’an dehatibû girtin û bi xurtî hatibû eşkence kirin û ji aliyê dadgeha Şoriş a bajarê Sinê bi zîndanê hatibû mehkûm kirin û çend mehan li zîndana bajarê Sinê de derbas kiriye.

Şoriş golkar piştî azad bûnê seva zext û giwaşên hêzên ewlekarî û piştî hûkmê dawî yê dadgeha bajarê Merîwanê li Îranê hate der.

Dadgeha bajarê Merîwanê piştî biryara 3 meh û rojek zîndanê ,biryara zewt kirina mala bavê Şoriş daye.ewe li demekê deye ku Şoriş nêzîk bi 6 salane li Îranê jiyanê nake.

Dadgeha bajarê Merîwanê li rojên bihûrî de bo cara çendê gef û hereşe ji malbata navbirî kirine ku eger xaniyê xwe xalî nekin, dê wan bi zorê havêjin derê.

Biryara dadgeha Merîwanê li demekê deye ku malbata Şoriş tenê cihê ku hene û têde jiyanê bikin, ew xaniye ye.

Yek ji xizmên wan bi nûçegihaniya kurdpa ragehand:cehid û xebata malbata Şoriş jibo pêşgirî li hukmê han û hilwişandina wî hukmî bê encamp bûye.