Makû/ Xwendewan hatine jibîr kirin

20:36 - 9 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendevanên Kurd ên navçeya Bazergan a Makûya rojhilatê Kurdistanê, di xirabtirîn rewşa perwerde û nebûna pêdiviyên hînbûnê de, mijûlî xwendinê ne.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dibistanên 5 gundên derdora Makûyê, di demsala zivistanê bi rewşa dijwar a xwendinê re rû bi rû dimînin.

Li gundê “Yarim Qiye” 62 hînber li 3 polên hînbûnê bi hevre mijûlî xwendinê dibin ku dûkela sobeya neftê, dilopên befr û baranê ,xwendinê li berçavên wan reş dike û ewa ku dizanin ji jibîr dikin.

Dibistanên wir ji pêdiviyên sîporê bêpar in û ji tirsa hatin û çûyîna tirombêlên nêz dibistanan, berprsên xwendîngehê nahêlin lîstikên sîpor birê ve herin.

\"24646.jpg\"
Dibistanên bê pêdivî ên Makûyê ligel pirsgirêkan rû bi rû ne
Li deverên sînorî dibistana gundê “Xerman Yerî” li çayxaneya gund ders tê gotin.

Berpirsekî dibistanê tevî piştrast kirina vê yekê ku pareyê şewat û sixteniyê sobeyan dibistanê ji aliyê şêniyên deverê ve tê dabîn kirin got: Serbarê vê yekê çendîn car me daxwaz ji midûrê Perwerde û Hînkirinê kiriye lê wan tu alîkarî bi mere nekiriye.

Dibistana gundê “Nayîb Kendî ”ê Makûyê ji pêdiviyên wek destşokê bêpar maye, li ser vê yekê berpirsekî dibistana Fêrkendî gotiye:”Eger alîkariya gondiyan nebe zelal nîne, demsala zivistanê çi bi serê me da bê.”

Tişta balkêş eva ye ku piraniya dibistanên devera Bazergan a makûyê ku ji hemî pêdiviyên xwendin û jiyanê bêpar mane,bi cihên dîrokî ên hikûmeta Îranê û minasibet û rojên Taybet bi hikûmeta Îslamiya Îranê hatine binav kirin.

Navçeya Azada Bazeganî a makû (bazerganî - pêşesazî) bi berfirehiya 500 hezar hiktar, wek 7 deverên azad ên aborî û bazerganî ên Îranê bo berhev kirina samana navxweyî û derekî tê hejmartin.

Hevdem ligel belavbûna vê raportê, hikmeta Îslamiya Îranê li “Dehika Fecir” bi dehan raportên elaqedar bi projeyênê avadanî dê belav bike.