Makîneya îdamê li Îranê naweste

15:13 - 4 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Li hefteya borî de li girtîgehên Urmiye, Qizilhîsar û Bender Ebasê de, 33 kes bi hukmê dezgeha dadperwerî a hikûmeta Îslamiya Îranê, hatin daliqandin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekê de ku 100 welatên cîhanê di 27’emîn civîna konseya mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, hukmê bi dar ve kirinê li Îranê rexne kiribûn, lê hikûmeta Îranê îdam kirina hemwelatiyan didomîn e.

Roja 26’ê Çiriya Paşîn a 2014’an heya doh 3 Çileya Pêşîn a 2014’an, 33 hemwelatiyî li Îranê hatine îdam kirin ku 21 kes ji wan bi tometa bazerganiya madeyên hişbir hatibûn bi dar ve kirin.

Bi piştgiriya navenda amara nûçegihaniya Kurdpa, roja Sêşemî 2’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, bi îdam kirina 4 welatiyên li girtîgeha Urmiyê, hejmara îdamiyan li Îranê, di hefteyekî de gihîşt e 33 kesan.

Muxtar Dawudxah, Yedulla Fehîmî, Menûçêhr Rizayî, Merziye Istiwarî, ji wan welatiyên Kurd in ku bi tawana bazerganî kirin bi madeyên hişbir li Urmiyê hatin îdam kirin.

Ew zîndaniyên ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin bi dar ve kirin, rojekî pêş îdamê de, bi jora take kesî hatibûn veguhastin.

Her weha hevdem ligel îdama Urmiyê, 11 girtiyên zîndana Qizilhisar a Kerecê jî, bi tometa bazirganî kirin bi madeyên sirker hatin îdam kirin. Hêjayî gotinê ye ku di nav wan 23 kesane de 3 kes bi suca dest dirêjiya seks (têkilyên cinsî) li ber çavên xelkê hatin daliqand in.

Kesek ji wan kuştiyên bi hukmê duzgeriya Îranê, di dema girtinê de 14 salî bûye ku piştî wî yekê temenê wî li zîndanê dibe 18 saliyî, ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve tê bi dar ve kirin.

Li meha yekemîn a Havînê, Ehme Şehîd, heftimîn raporta xwe derbareya bin pêkirina mafên mirovan li Îranê bilav kir ku têde amaje bi vê yekê kiribû; ji Tîrmeha 2013’an heya Hezîran a 2014’an, 852 kes li Îranê hatibûn daliqand in ku 8 kes ji wan li temenê kêmtir ji 18 saliyê de bûn.