Madeya hişber a şîşe li kargehên Mehabadê berhem tê+Wêne

14:50 - 6 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îslamiya Îranê nemaze Sipaha Pasdaran, bingehên taybet bi çêkirina madeyên hişber, bi awayekî veşartî li derdora Mehabadê didamezrîne.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û piştgiriya çavkaniyên agah, demeke hejmarek kesên kû şûna derfetan digerin, derdora Mehabada rojhilatê Kurdistanê, kargehên çêkirina madeyên hişber ava dikin.

Çavkaniyeke agah peyamnêrê Kurdpa re got: Her roj li wan kargehan, madeya pêşeyî a hişber(şîşe) tê çê kirin û bi dore derdikeve bazarê û ber bi Tirkiye û Herêma Kurdistanê ve jê tê hinarde kirin.

Wê jêderê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Li wan aşxaneyan de rojane bi sedan hezar hebên cihê reng ên kîmyawî tên tevlî hev kirin û madeya hişber a şîşe berhem tê.

Heman jidera agah ji deverê, di dawiyê de tevî dilgiraniya xwe ragihan: Cihê heyrî manê ye ku navendên ewlekarî û leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê heya niha bi caran ew kargeh girêdane û karkerên wê binçav kirine, lê piştî berdanê dîsan wan karê xwe dest pêkiriye. Çavkaniya agah herwiha peyamnêrê Kurdpa re got: Piraniya karkeran xwecihî û Kurd in.

\"24578.jpg\"
Tevahiya karkerên ku li Labiratorên berhemanîna madeya hişber a şîşe de kar dikin ser bi Sipaha Pasdaran a Îranê ne
Pêştir (sala borî) ajansa nûçegihaniya Kurdpa raportek li ser karxaneyên berhemanîna şîşeyê li Serdeştê (ji aliyê Sipaha Pasdaran ve) amade kiribû.

Çavkaniyeke nûçeyan li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê peyamnêrê Kurdpare gotibû: Tevahiya karxaneyên çêkirina madeya hişber a şîşe ser bi Sipaha Pasdaran in ku hemwelatî li tirsa wan de nevirên şikayet bikin û ger şikayet bikin jî tu feyde nake.

Salane dahata berhemanîna nêzî 3 milyard dolar, firotina madeya hişber a şîşeya pêşeyî bi welatên Endonîziya Fîlîpîn û Malizî, ber bi Sipaha Pasdaran dikeve.

Şîşe madeyeke hişber a nû ye ku wek kalayek qaçax li bazarê tê hesibandin. Bi rengê şûşeyê dişibihe; hurkirî û pir bihestiyar e, wek bûza hûrkirî an jî nebatê dimîne.

Şîşe li welatên Asyayî bi “Şabo” binav bang e. Li Ewropa bi wê madeya sirker re “Ays”tê gotin.

Niha nêzî 400 welatiyên Îranê bi tawana bazeganî kirin bi madeyên hişber ên pîşeyî, li zindanên Malizî de dimînin ku hukmê îdamkirinê bo 75 kes ji wan, hatiye pesend kirin