Loqman Ebdulqadir: Heya niha me 800 şikayet bi dijî kompanyayên berhemînerê çekên kîmyayî vekirne
13:42 - 14 Adar 2012
Kurdpa: serokê Komeleya Qurbaniyên Helebçeyê ragehand ku di warê yasayî ve me kariye ku nêzî 800 şikayetan li ser çendîn kompanyayên berhemînerên çekên kîmyayî vekin ku dema xwe çekên kîmyayî dabûne rejîma Sedam Hosên.
serokê Komeleya Qurbaniyên Helebçeyê bi ajansa Kurdpa ragehand ku salvegera komkujiya li Helebçê wek salên borî amadekarî jêre hatiye kirin û heya radeyekê ew amadekarî Wezareta Şehîdan girtiye stûyê xwe û wan amadekariyan qonaxek baş bihorandiye û biryare ku roja 26’ê Reşemê demjimêr 11.30 deqeyan ew rêûresm dest pê bike.
Navbirî herweha ragehand ku lêjneyek ji “ Civata piştevanî ji mafê birîndarên kîmyayiya li Serdfeştê” jî bo merasimê hatine bangkirin û biryare pêşangehek taybet bi qorbaniyên Helebçê bê vekirin.