LO GIRTÎGEHA “RECAYÎŞEHR” GIREV ÇÊ DIBE

14:42 - 28 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî ku berpirsên Hebsîxaneya “Recayîşehr”a Kerecê û girtiyên wê girtîgehê pev çon, 60 girtî hereşeyê dikin ku wê gireva birçîbûnê bigirin.

Li gor çavkaniyek Kurdpayê li wê Girtîgehê, hilkefta 28’ê Îlonê “Emced Xancanî” ji bo bêhdariya Girtîgehê hatiye veguhaztin û li wir bê rêzî pê hatiyekirin lewma di navbera girtiyan û berpirsên Girtîgehê de pevçon çê bûye.

Di wê Girtîgehê de gelek ji çalakên Mafên Mirov û Siyasî hatijne bendkirin.

Di demên bihorî de givaşên ji bo ser girtiyên siyasiye wê Hebsîxaneyê zêde bûne.