Li zindana Urmiyê jinek hat daliqandin

15:34 - 16 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa kurdpa: Li girtîgeha Urmiyê jinek, runiştiya yeke ji gundên devera Urmiyê, ji aliyê rêxistina girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat bi dar ve kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Nahîd Xeyasvend roniştiya gundê “Rajan”a ser bi devera “Deşt”a Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê, piştî 3 sal heps li zindana Urmiyê, hat daliqandin.

Tê gotin ku jina navbirî ligel hevjînê xwe bi tometa bazirganî kirin bi madeyên hişbir hatibû girtin û hukmê îdam kirinê jê re pesend bibû.

Nayîb Mûstefazade, xelkê gundê “Rajan,” hevjînê Nahîd a hatî îdam kirî ye ku piştî wê yekê bi danîna “barimte”yê li zindanê difilit e, xwe nade dest hikûmeta Îranê û bi girtîgehê wernagere.

Nahîd ji Kurdên Qezwîna Îranê bû ku jiyana hev par ligel Nayîb Mûstefazade, xelkê gundê “Rajan” a Urmiyê pêkanî bû.

Bi piştgiriya serjimêriya Navenda ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di heyamê 6 mehên destpêkê yên evsal a Rojî de, 16 jin li girtîgehên hikûmeta Îslamiya Îranê de hatin e bi dar ve kirin.

Kurdên parêzgeha Qezwîn ê, ser bi E’şîretên Şîxkanlû, Sakan, Belexkanlû Celîlwend, Çegînî, Reşwend, Mafî, xiyaswend, Kirmanî, Kakawend û Şikak in ku li gorî çavkaniyan, di çaxê hikûmeta Şah Ebasê Sefewî û piştre di serdemê deselata Axa Mihemmed Xan ê Qacar de, bo vê deverê hatine veguhastin.