Li zindana Urmiyê dîsan 7 kes hatin darvekirin
20:16 - 30 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Berbanga sibeha roja Duşemî, 7 girtî bi tometa bazrganî kirin bi madeyên hişber, li hepsa Urmiyê hatin daliqandin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kesên bidarvekirî xelkên bajarên Kirmaşan, Sine û Şîrazê bûn.
Heya dema belav bûna wî nûçeyê, cihê îdam kirina wan kesan, bi ajansa nûçegihaniya Kurpa re nehatiye ragihandin.
Bi piştgiriya heftemîn raporta Ehmed Şehîd liser binpêkirina Mafên mirovan ji aliyên navend û rêxistinên hikûmetan ve; ji meha Junî(Hezîran) a 2013’an heya Juley (Tîrmeha 2014’an), herî kêm 852 kes bi tometên cur bi cur li welatê Îranê hatine bi dar ve kirin ku temenê 8 kes ji wan, jêr 18 sali, hatiye ragihandin.
Tê gotin li berhev kerina giştî a zindanên hikûmeta Îslamiya Îranê, roj nebe ku kesek bi tawanên wek bazeganiya madeyên sirker, qetil û dest drêjiya cinsî, bi îdam kirinê mehkûm neke.
Li gorî raportan, piraniya kesên hatinî daliqandin, tometa wan bazrganî kirin bi madeyên hişber bûye.
Hêjayê gotine ye hindik kesên mehkûm bi îdma, li ber çavên xelkê hatine bi dar ve kirin.
Hejmarek ji çalakvanên mafên mirovan derheq vê pirsê, ser vê baweriyê ne, kesên ku li Îranê tên bi dar vekirin, tenê kesên bazirganiya madetyên hişber dikin nînin, belkî di nav kesên Îdam kirî de yên li ser baweriyê hatibin daliqandin jî hene.