Li zanîngeha Peyama Nûr a Merîwanê boyera Helbece hat bîranîn

12:31 - 11 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên zanîngeha Peyama Nûr a Merîwanê jibo bîranîna cangoriyên boyera Helbce rêûresmek li darxistin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,sibêdeya roja Yekşem berwar 10’ê Adara 2013’an hejimarek ji xwendekarên zanîngeha Peyama Nûr a merîwanê bi armanca bîranin û rêzgirtin ji canê Şehîdên kîmyabarana bajarê Helebcê civînek birêvebirin.

Di destpêka civînê de 1 deqe bêdengî jibo rêzgirtin bo Şehîdên Kurdistanê û bi xasmanî Şehîdên Helebcê hat ragehandin û piştre xêrhatina Mêvanan û Xwendekaran hat kirin.

Piştre civîn bi xwendina daxuyaniya xwendekaran dirêjî kêşa. Di parek ji daxuyaniya xwendekarên Kurd de hatibû :Jênosayda Helebcê eger çi boyerek hovane bû, lê bi Cîhan û nifşa îro îsbat kir ku tu carî Neteweya Kurd li hember zext û givaşên dîktatoran serê xwe naçemîne û her tim di qada xebatê deye û boyera Helbcê ev yeke îsbat kir ku Kurd li çaxê bêdeshelatbûnê de li pey mafên xwe digere û heya gihîştin bi wan mafên xwe dest ji xebatê nakêşe.

Piştî peyama xwendekaran, dîroka boyera Helebcê bo pişkdarên civînê hate şirove kirin.di navberan de çendîn parçe helbest û pexşan ji aliyê pişikdarên civînê hatine xwendin û di pişka dawî de Sirûda “Cîhan xeme , Jîyan jane bo bajarê Bihara Sûr”hate xwendin ku ji aliyê pişikdaran bi germî hate pêşwazî kirin.

Li darxistina vê civînê di demekê de bû ku xwendekarên Kurd heftiyekê beriya niha daxwaza rêvebirina vê civînê ji zanîngehê kiribûn, lê karbidestên zanîngehê dijberiya xwe nîşan dabûn.