Li Xwendingekî bajarê Kirmaşanê bêrêzî bi Yarsanan tê kirin

13:38 - 4 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Mamostayê dersa perwerde a yek ji xwendingehên bajarê Kirmaşanê bêrêziyê bi oldarên Yarsan dike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Duşem berwar 3’ê Hizîrana 2013’an mamostayê dersa perwerişî li xwendingeha destpêkî a taxa “Zîba Şehir”ya bajarê Kirmaşanê,oldarên Yarsanî bi “Pîs” û heram dane zanîn.

Xwendekarên Yarsanî dane zanîn ku bêrêzî û bê hurmetiya vî mamostayî gihîştiye cihekê ku çi kes nikare xwe bi Yarsan bide nasandin û li tirsa vî Mamostayî de xwe bi Musilman diden nasîn.

Her di vê derheqê de merqedê “Seyd Ferox”ku cihê pîrozê Yarsaniyan dihate naskirin,li sala 2010’an de ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate kavil kirin û ew yek li demekê deye ku parêzgeha Kirmaşanê bi parêzgeha Olên cûda cûda hatiye naskirin.

Ji aliyek din heyamek beriya niha Îdareya Perwerde ya Kirmaşanê di bexşnameyeke fermî de, axavtin bi zimanê Kurdî li hemû xwendingehên vê parêzgehê de dabû qedexe kirin.