Li Urmîyê termê Kurek 13’salî hat dîtin

13:16 - 3 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa:Termê kurek Kurd ê xelkê herêma Urmîyê piştî nêzîk bi mehekê bêser bûnê hat dîtin.

Li gor nûçeyga gihiştî bi Ajansa nûçegihanî a Kurdpa,roja Înê berwar 1’ê Şibat a 2013’an, termê kurek Kurd ê bi navê “Serajdîn Bênihmon” temen 13’salî û xelkê gundê “Girdiwan”a herêma Mirgewer a ser bi herêma Urmîyê piştî 28’rojan ji bêser bûnê,li nêzîk gundê Hêşmewa hat dîtin.

\"10964.jpg\"
Çavkaniyek haydar bi Ajansa Kurdpa ragehand:termê navbirî piştîpiştî peyda kirinê jibo pizişkê yasayî ê bajarê Urmîyê hatiye şandin.heya çaxê bilavbûna vê nûçeyê sedema bezir bûn û mirina “Serajdîn Bêhnimon”nehatiye zanîn.

Her wiha çend rojan berî niha Ciwanek Kurd ê bi nave “Esed Ersen” kurê Xalis ku heyamê 2 mehan berî niha li dokana xwe li bajarê Makuyê hatibû rifandin,çend rojan berî niha termê wî li nêzîk çeme “Zengebar”hat peyda kirin.